YouSub
Untitled

ku Kurdish

Untitled Kurdish subtitles

0 downloads · 69 lines · added Nov 28, 2015

Report a problem
What's wrong?
Advertisement

Kurdish transcript

[werger: KeskSorZer]
Wateya rastî, zanyarî û jîyanê çi ye?
Hinek vana bi mecazî dibînin û
hebûnê wek rêwîtiyê dibînin; bi îmga rê an li ser okyanûsê,
hilkişînek, şerek, pirtûkek, gefek, pencereke firsenda
ronî an jî pêteke bê dem temirî.
2.400 sal berê
bîrewerekî navdar got ku,
jiyan; bêgaviya zincîrkirina hindirê şikeftekê û
temaşekirina sîha li ser dîwaran e.
Çi xweş e, ne wisa??
Platon di pirtûka xwe ya navê "Dewlet" ya heftemîn de
ku ji bo civateke îdeal, piştî lekolîna dadî, rastî û bedewî pêk hatibû,
bi navê Alegoriya şikaftê
qala vê dike.
Di Alegori de, hinek girtî ji dayikbûna xwe ve di şikeftekê de ne û
pişta wan li der ve ye, nikarin serê xwe bizivirînin
û haya wan ji derve tune.
Lê dema hin tişt derbas dibin,
li dîwarê şikeftê de sîha wan çêdibe.
Girtî dibêjin qey ev sih rast in,
nav û katagorî didin wan.
Nişkave girtîyek tê berdan û derdikeve derve.
Ronî çavên wî dieşîne û her derê tevlihev dibîne.
Dibêjinê, yên dora te rast in û sîh tenê ji wan çêdibe,
lê ew bawer nake.
Sîh xwerûtir bûn.
Lê çavên wî hîn bûn;
dikare li biriqînên avê û
tiştan,
û dawiyê, rojê;
çavkaniya hemû ronahiyê dibîne.
Girtî, ji bo vana bêje hevalên xwe, vedigere.
Lê hînê tariyê nebûye
û bi zorê sîhên li dîwar dibîne.
Girtiyên din difikirin ku ew gêj û kor bûye
û li hember derketina derve disekinin.
Platon evê dişibîne feylesofekî ku gelê xwe perwerde dike.
Gelek mirov, di nava nezaniya xwe de bi aram dijîn,
lê kî qala nezaniyê bike, dibin neyarê wî.
Bi rastî Sokrates jî ji hêla dewleta Yewnan a kevnar ve,
bi derewa xirabkirina civatê, tê bi dar xistin
û xwendekarê wî Platon jî, di pirtûka "Dewlet" de
demokrasîya Yewnan a kevnar rexne dike,
pewistiya qralekî fîlosof dibêje.
Platon, bi Alegoriya şikeftê dibêje ku,
gel nezan e û nikare xwe îdare bike.
Ev çîrok 2.400 sal e bal dikişîne
çimkî tê wateyên cuda.
Ya girîng, alegoriya Platon ji gotinên wî yên berê derketiye û
zevk û xweşiyên dine yên fîzîkî
wek ew sîhên li dîwar, bi "teoriya ideayê" re têkildar e.
Lewre şikeft gelek pirsan bi xwe re tîne;
çavkaniya zanînê,
teybetmendiyên rastiyê...
Gorî îlahîyatnasa, teşeyên ideal di hişê afirîner de ne.
Feylesofên ziman ku teşeyan wek konseptên zimannasî dibînin,
qala pirsgirêka têkiliya şênberî û razberiyê dikin.
Hinek jî meraq dikin ku gelo dê bizanibin
tiştên derve ji sîhan rastîtir in an na?
Gelo em dikarin ji tiştên difikirin ewle bin?
Rojekî, roniyeke biçûk
heye ku fikrên me bigiherîne.
Eger ev bibe destçûyûna malbat û hevalan jî,
hûn dê derkevin derve, hember roniyê,
an hûn dê di nava nezaniya xwe ya aram de bijîn?
Rastî an Xû? Ronî an Sîh?
Pirsên dijwar, lê dilşabin ku hûn ne tenê ne.
Ji me gelek hene.

Need subtitles from another video?