YouSub
Untitled

ku Kurdish

Untitled Kurdish subtitles

0 downloads · 67 lines · added Nov 28, 2015

Report a problem
What's wrong?
Advertisement

Kurdish transcript

[Werger: Bayram Alkan]
Organê mezintirîn ê di laşê we de ne kezeb û mêjîyê we ye.
Ew çermê we ye ku di mirovekî de rûyê wî 2 çarçikmêtre ye.
Her devereke çerm xwedîyê taybetîyeke cihê be jî,
gelek dever karên mîna hev pêk tînin:
Wek xwêdan, pêhesina sar û germê û gihandina pirçê
Piştî birîneke kûr çê dibe
çermê ku baş dibe ji derdora xwe cuda xuya dike,
û dibe ku ji bo demekê yan jî bêdawî negihêje rewşa xwe yên berê.
Ev çawa dibe? Divê em pêşiyê avakirina çermê mirov binêrin.
Pelika serê jorîn epîdermîs e ku,
zêdetir ji şaneyên hişkbûyî-keratînosîtan pek tê.
Û cendek diparêze.
Lewra pelika ser her tim tê avêtin û nû kirin.
Û hêsan jî tê veherandin.
Lê carna birîn kûr ve diçe û digihêje dermîsê ku
tê de rehên xwînê, toşbî û serên tureyan ên
ku karên çerm hêsantir dikin hene.
Gava ku çerm baş dibe
ew di çar gavên li hev sîwarbûyî de xwe nû dike.
Gava pêşiyê hemostazîs e ku du bersivên ji nişkav de dide gefên ji derve:
Xwîn ji dest diçe
û bariyerê fîzîkî yê epîdermîsê tê rûxandin.
Pişt re ji bo xwînbûnê kêm bikin, rehên xwînê teng dibin û
jê re vazokonstruksîyon tê gotin.
Ew jî kesekên xwînê çê dike û her du gefan jî dûr dixe
Proteînekî taybet-fibrin li ser çerm xaçebendan ava dike
ku herikandina xwînê û hatina bakterî û patojenan asteng dike.
Piştî sê saetan , çerm sor dibe
û gava dû re şîyar dibe: Înflamasyon pêk tê.
Gava ku xwînbûn tê kontrolkirin û bariyer dikeve bin parastinê
laş şaneyên taybet dişîne bo patojenên hatine hundir ve şer bikin.
Di nav van de jî yên herî girîng şaneyên spî yên xwînê ne ku
navên wan "makrofaj" in.
Bakteriyan û tevînekên xesarbûyî dixwin ku jê re prosesa fagosîtozîs tê gotin.
Faktorên mezinbûnê jî çê dikin ji bo başbûnê bilezînin.
Lewra pêwist e ku ev leşkerên piçûk
bi rêya xwînê bigihêjin cihê birînê.
Niha jî divê rehên xwînê fireh bibin
ew jî bi "vazodîlasyon" tê navkirin.
Piştî birîndarbûnê du-sê rojan de
pêngava prolîferatîf tê holê û fîbroblast dikevin nav birînê.
Di pêngava depokirina kolajen de
fîbroblast di cihê birînê de proteînekî fibroz çê dikin ku navê wî "kolajen" e,
ew jî şûna fîbrîn digire û tevînekê çerm ê rez çê dike.
Gava ku şaneyên epidermal ji bo çêkirina pelika çerm zêde dibin û
dermis jî qeraxên birînê kaşî ber hev dike.
Di pêngava çaremîn "remodelling" de
birîn digihêje gava ku kolajen nû hatiye depokirin tê verastkirin û
ev kolajen dadigere li ser cûreyên taybet.
Ev proses dibe ku salekî zêdetir be ji bo
hêza vezelana çermê nû pêş ve here û
rehên xwînê û pevgihaştinên din ku bi hêz bin.
Piştî demekê, ew tevînekên nû dikarin bigihêjin navbera 50-80 %
ji fonksîyonên xwe yên orjînal ên tendirust.
Ew jî li gor radeya birînê ye û girêdayî fonsîyonên çerm e.
Lewra çerm tam baş nabe û
skar ji bo bijîşkên li ser rûyê cîhanê pirsgirêkek gelek mezin û dijwar e.
Lêkolîner ji bo fêmkirina pêvajoya başbûna çerm
bi gavên mezin pêş ve çûbin jî
gelek nepenî yên girîng bê çareserî ma ne.
Mîna ku, gelo fîbroblast ji rehên xwînê tên an
ji tevînekên çerm tên li ser birînê?
Û çima hinek ajalên wek xezalan ku
birînên wan ji mirovan zûtir û zêdetir baş dibin?
Rojekê, gava bersiva van pirsan were dîtin.
Dibe ku em birînên xwe jî baştir qenc bikin û skar jî dirokê de winda bibin.

Need subtitles from another video?