Advertisement
Kurdish transcript
Hatiye serê we jî
dema ku hûn bi têlefonê diaxivin
şarz xilas dibe û têlefon tê girtin.
Di dema wisa de mirov dixwaze têlefonê bişkîne
û dilê xwe hênik bike.
Lê pîl nûjeniyeke girîng e.
Têlefonên me û gelek tiştên din yên teknolojîk
bi saya pîlan bêkablo dixebitin.
Îro pîla herî baş rojeke xwe digire
û hêdî hêdî temenê wê xilas dibe.
Gelo çima dema ku pîl nû be,
şarza wê behtir xwe digire?
Hemû tişt di 1780yî de bi du zanistên Îtalyan re dest pê kir,
Luigi Galvani û Alessandro Volta
û beq.
Dibêjin rojekê dema Galvani bi alaveke hesinî
li sînîrê lingê beqê xist,
dît ku lingê beqê dilebite.
Galvani ji vê re ''elektrîka ajalan'' dibêje.
Bawer dike ev şiklê elektrîkê di giyaneweran de heye.
Lê Volta vê yekê napejirîne,
dibêje hesinî lingê beqê lebitand.
Ev nîqaş dibe sedema xebata binavûdeng Volta.
Kaxizeke ava şor lêkirî datîne
navbera lewheyen çînko û baqir.
Tişta ku piştre qewimî, oksîdasyon û reduksîyon bû.
Çînko elektron dide (oksîdasyon),
ava şor wan elektrona hildigire(redûksîyon),
di dawiyê de hîdrojên çêdibe.
Volta matmayî dibe.
Ew dibêje qey, reaksîyon ne bi avê re,
bi baqirê re çêdibe.
Îro me navê Volta daye birîma elektrîkê
û em wî wisa bi bîr tînin.''The volt''
Bi oksidasyon-redûksîyon re koça elektronan çêdibe û
ku tu lambaya xwe bi vê pergalê girê bidî
dê pêkeve.
Ji 1700î heta niha zanyaran pîl bi peş xistin.
Niha li şûna ava şor hevîrê kimyevî xistin nava pîlê
lê bi heman pergalê dixebite.
Metal elektron dişîne ji bo kar(oksîdasyon dibe)
lê tiştek nakeve şûna wan.
Dema ku elektronên metalê xilas dibin
temenê pîlê bi dawî dibe.
Pîlên ku disa tije dibin vê pirsgirêkê çareser dikin.
Çunkî xeleka oksîdasyon-redaksîyonê vajî jî dizîvire.
Bi barkirina elektrîkê
elektron berevajî vedigerin.
Ku em pîlê bi elektîrika prîzê girê bidin
elektronên ku ji metal koç kirin
dîsa vedigerin metalê û pîl disa tije dibe.
Lê pîlên tên tijekirin jî ne bêdawî ne.
Roj bi roj ev metal xira dibe,
nahêle dîsa bê tijekirin.
Elektron hew dikarin vajî vegerin
û ev cureya pîlan jî dimirin.
Îro ev pîlên ku tên tijekirin
piştî tijekirina sed caran, dimirin,
lê pîlên baştir heta hezar caran jî namirin.
Pîlên pêşerojê belkî siviktir bin,
û bi fîzîka kuantum bixebitin
temenê wan jî gelek dirêjtir be.
Lê heta zanyar ji bo tijekirina pîlan rêyekê din bibînin
divê wek ya erebeyan,
an wek lewhayê rojê
an jî bi elektrîkê
hûn pîlên xwe tije bikin.
Nexwe pîla we dê xilas bibe.
[Wergêr: Enan û Xulamê Mîr]