YouSub
Untitled

ku Kurdish

Untitled Kurdish subtitles

0 downloads · 61 lines · added Dec 7, 2015

Report a problem
What's wrong?
Advertisement

Kurdish transcript

[Werger: KeskSorZer]-[Redaksîyon: Ronya Bewran]
Bifikirin ku, em mejiyê xwe
nû dikin, tamîr dikin...
dibêjî qey pevxistina zanistî ye.
Lê lêkolînên zanistî vê piştrast dikin.
Gelo rojekî mêjiyê me dê xwe nû bike?
Tê zanîn ku
hûcreyên embrîyonîk, noronên nû çêdikin.
Mejî bi van noronan çêdibe.
Ev noron, diçin cihên cûda
û mêjî organîze dikin.
Heta vê rojê,
zanist li nexweşiya Alzheîmer, Parkînson
û şehtê (felc) dinihêrtin,
û digot qey piştê çêbûna mêjî,
êdî mêjî nikare xwe tamîr bike.
Lê hat dîtin ku,
di sê beşên mêjî de,
çêkirina noronan berdewam dike.
Ji vê re norojenez tê gotin.
Norojenez, çêkirina hûcreyên noron ên stem
û nûkirina noronên kevn e.
Norojenez di sê beşên mêjî de heye
1-Beşa hînbûn û hişî
2-Beşa supraventîkûler, ku têkilîya mejî û poz çêdike.
3-Strîatûma alîkar, ku tevgerê pêk tîne.
Zanist hê jî negihîştine; norojenez,
di van sê beşan çawa çêdibe,
û çima cîhên din ên mêjî de çênabe.
Lê ev noronên nû geş dibin,
îhtimalên nû derdixin holê.
Ev metodâ ku ji bo tamîra çermê me
û hestiyekî şikestî çêdibe,
gelo ji bo mêjî jî pêkan e?
Ev der girîng e.
Ji bo ku noronên stem û mak-hûcre
di her sê beşên mêjî de
ji nû ve çêbibin, dibe ku
hin proteîn wek îlaç bi kêr werin.
Divê teknolojî hê jî pêşkeve çunkî
divê zêdetir hûcre çê bibin û
zindîtiya wan behtir bidome.
Gorî lêkolînan, mak-hûcre
derbasî beşên mêjî yên din dibin
û di wan deran de noronên nû çêdikin.
Teoriyeke din jî heye,
Di laboratiwaran de noronên saxlem çêkin,
û bi noronên ziyandîtî re wan veguhezînin.
Zanistan ceribandind,
hûcreyên donor dikarin xwe dabeşînin, biguherînin,
û dikarin di cihên zirardîtî yên mêjî de noronên nû çêkin.
Zanist tê gihiştin ku,
hûcreyên wek astrosît û olîgodendrosît
mîna hûcreyên stem tevdigerin,
û noronan çêdikin.
Piştê çend salan mejiyê me dê bikare xwe nû bike?
ne misoger e.
Lê ev yek armanca bijîşkiya rejeneratîf e.
Mêjiyê mirovekî xwedî 100 mîlyar noronan e,
û em hê jî li ser mekanîzmaya mêjî lêkolîn dikin.
Lê lêkolînên norojenez, me nêzikî çareseriyê dikin.

Need subtitles from another video?