YouSub
Untitled

ku Kurdish

Untitled Kurdish subtitles

0 downloads · 105 lines · added Dec 7, 2015

Report a problem
What's wrong?
Advertisement

Kurdish transcript

[werger: KeskSorZer]
Biborin!
Gava yekî bawişk anî
hûn jî bawişk diênin?
Hûn ne westiyayî bin jî
devê we vedibe
û bawişkeke mezin
çê dibe.
Ji vê re ''bawişkîna vegir'' dibêjin.
Zanist sedema vê
baş nizanibin jî,
li ser vê gelek teorî hene.
Em çend teorîya binêrin.
Yekem teorîyên fîzyolojîk
dû re jî ya psîkolojîk binêrin.
Ya fîzyolojîk dibêje ku,
bawişkîna vegir
piştê bawişkekê
belav dibe.
Vê re "Fixed action pattern" dibêjin.
"Fixed action pattern" wek refleksekî ye.
Bawişkîna we dibe sedema bawişkîna min.
Wek domîno ye.
Bawişkîna yekê
dibe sedema bawişkîneke din.
Gava ev refleks bû,
ji ber xwe didome.
Gava hûn bawişkîn
qet xwe girtiye?
Ev ne mimkûn e!
Teorîya fîzyolojîk ya din,
wek "teqlîda bêhiş" an jî "bandora margîsê"
tê zanîn.
Gava em yekî teqlîd bikin
ev tişt dertê holê:
manewraya ser girtî û teqlîdkerê bêhemd.
Mirov helwestên hev teqlîd dikin.
Ku hûn cem yekî
lingê xwe li ser hev re avêtî bin,
hûn ê jî wisa bikin.
Ji ber ku em
hertim teqlîd dikin,
bawişk jî tê teqlîd kirin.
Gorî zanista
"bandora mergîsê"
bi hin noronên neynik mimkûn e.
Noronên neynik hûcreyên mêjî ne.
Tevgerê, heke em bikin
an yekê din bike
ev hûcre wek hev dixebitin.
Ev noron ji bo hînbûnê jî
girîng in.
Mînak, ku hûn yekî
rûj dike
temaşe bikin,
hûne jî baştir rûj bikin.
Gorî xebatên bi fMRG'ê,
gava em bawişkînekî dibînin
û dengê bawişkê tê me,
noronên mêjî
hişyar dibin
encama vê de
em jî bawişk tînin.
Teorîya psîkolojîk jî
li ser şixûlîna noronên neynik e.
Em vê teorîyê re bawişkîna empatîk dibêjin.
Empatî,
fem kirin û parvekirina hîs û hestan e
ji bo mirovan gelek girîng e.
Zanistên norolog
dîtin ku empatîyên mezin
bi van noronan pêk tê.
Zanist
dema teorîya yekem diceribandin,
ev tepkîya empatîk
dîtin.
Ev xebat ji bo
çêbûna refleksa bawîşkînê
hate kirin.
Xebatên wan ew piştgirî kirin,
Lê zanista tiştekî balkêş dîtin.
Seg, li gorî yên xerîban
dema dengê bawişka xwediye xwe dibihîstin,
bawişk dianîn.
Dû vê xebatê,
hate dîtin ku
bawişkîna vegir
navbera heval û nasan de zêdetir e.
Bawişkîna vegir ,
dema zarokên 4-5 salî
hestên mirovan hîn dibin
dertê holê.
li ser têkilîya
bawişkîn û empatîyê
lêkolînên nû bûn,
lê ji bo zelalkirinê
zêdetir lêkolîn pêwist in.
Belkî ku bersiv
di teorîyeke din de bin.
Êdî dema hûn bawişkîn
kêliyekê rawestin û bifikirin, ka çi bû?
Hûn çi difikirîn?
Nêzî we yek bawişkî?
Ev xerîb bû an nas bû?
Niha hûn dibawişkîn?

Need subtitles from another video?