YouSub
Untitled

ku Kurdish

Untitled Kurdish subtitles

0 downloads · 55 lines · added Dec 7, 2015

Report a problem
What's wrong?
Advertisement

Kurdish transcript

[Werger: KeskSorZer]
Organek pir biçûk di stuyê me de cîh girtiye,
Lê li ser laşê me xwedî pir hêz e.
Tiroîd.
Mîna serkarê şîrketekê,
erka wî, qontrolkirina ahenga hucreyên me ye.
Bi hormona peyam dişîne hemû hucreyan.
Ev organê pir girîng, ji lobûlan pêk tê.
Her lobûl jî ji folîkûlan pêk tê.
Hormon di folîkûla de tên kom kirin.
Hormanên girîng yên ku çêdike,
thyroxine(T3) and triiodothyronine(T4) in.
Ev hormon, ji hucreyan re,
peyama, kengî O2 û xurek xerckin radigihînin.
Reaksîyonê di hucreyan de enerjîyê çêdikin
metabolîzmayê pêk tînin.
Bi bandora hormonê tiroîd,
dil leztir lêdixe û
hucreyên me leztir dişixûlin.
Ku zêdetir enerjî pêwist dibe,
hormonên tiroîd metabolīzmayê lezgîntir dikin.
Tiroîd enerjî-çêkirin, mezinbûn û zêdebûna hucreyan qontrol dike.
Tiroid jî di bin qontrola hîpofîz de ye.
Tiroîd kengî û çiqas hormonan çêke,
hîpofîz birêve dibe.
Dema hormonên tiroîd di xwînê de
kêm an zêde dibin
hîpofîz bi hormona xwe TSH
li tiroîd ferman dike û rast dike.
Di vê pergala de jî,
carinan pirsgirek derdikevin.
Hin nexweşî,
wek mezinbûna tiroîd,
û bê ahengîyên kîmyevî, tiroîd şaş dikin,
û tiroîd ji qontrala hîpofîz derdikeve.
Pirsgirêka yekem derdikeve hipertroîdîzm e.
Êv tê wateya ku tiroîd zêde hormon çêdike.
Di vê rewşê de hucre leztir dixebitin,
û gelek oksîjen ū xurek tê xerc kirin.
Mirovên bi hîpertroîdîzm hîperaktîf in,
dilê wan leztir lêdixe, zêde birçî dibin
û kîloyan didin..
Pir bi xwêdan in, zêde bi hers in û xweş ranazin.
Hîpotiroidism tam vajî vê ye;
Dema troîd kêm hormon çêdike,
derdikeve holê.
Metabolîzma hêdî dibe û hucre sist dibin.
Mirovên bi hypothyroidisim kîlo distînin,
tiral dibin, ji sermayê aciz in, û depresyonê de ne.
Baş e ku tedawî heye;
bandora troîd rast dike û
metabolîzmaya mirov normal dike.
Herçend troîd wisa piçûk be jî, ew pir bi hêz e.
Tiroîd karê xwe rast bike, beyî heya me jê hebe
hucre bi tenduristî jiyana xwe didomînin.

Need subtitles from another video?